Li Semsûrê îskeletên 1600 salî hatin dîtin

Li bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê li cihekî ku bi qaçaxî hatibû kolandin 27 îskeletên mirovan hatin dîtin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê li cihekî ku bi qaçaxî hatibû kolandin 27 îskeletên mirovan hatin dîtin.

Di encama lêkolîna berpirsên Muzexaneya Semsûrê de li gundê Kinirli û li cihê ku berê bi qaçaxî hatibû kolandin, 27 îskelet hatine dîtin.

Li gor pêşbîniyan, dîroka wan îskeletan vedigere serdema Romayê û 1600 sal berî niha.

Herwiha li goristanên Kayayê yên heman gundî jî 3 serteşiyên saxlem û şûşên rondikan ku şikestî ne hatine dîtin.