Li Zaxo xortekî Şingalî di nav avê de xeniqî

Navê wî Ehmed Şemo Ne'mo ye û xelkê Şingalê ye.

Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv

Duhok (K24) – Li bajarê Zaxo xortekî 26 salî di nav avê de xeniqî, navê wî Ehmed Şemo Ne'mo ye û xelkê Şingalê ye.

Peyamnêrê Kurdistan24ê Îslam Yûsif ji bajarê Zaxoyê ragihand, îro înê 29ê Tîrmehê di demjimêr 10:00an de kesekî bi navê Ehmed Şemo Ne'mo yê 26 salî, di nav avê de xeniqî.

Peyamnêrê me eşkere kir, termê xortê 26 salî ji nav avê hat derxistin.

Herwiha diyar kir ku Ehmed Şemo Ne'mo xelkê Şingalê ye û nişteciyê taxa Xirababik a li Zaxoyê ye.