Li Dîlokê di bûyereke çûnûhatinê de 19 kes birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê di encama bûyereke çûnûhatinê de 19 kes birîndar bûn.

Li bajarokê Şehîtkamilê yê ser bi Dîlokê ve, îro danê sibê du minîbûsên karkeran li hev ketin û di encama rûdanê de 19 kes birîndar bûn.

Birîndar bo nexweşxaneyê hatin rakirin û hat zanîn ku rewşa du ji wan giran e.