Li Şirnexê kesekî hevjîn û 3 keçên xwe kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Hezexê ya Şirnexê Hasan Karaaslan (40 salî) hevjîn û 3 keçên xwe dema di xewê de bûn kuştin, piştre xwe radestî polîsan kir.

Bûyer di derdora îro demjimêr 01.30an de li Kolana Yenî Mahalle Botaş a navçeya Hezexê ya Şirnexê qewimî.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin Hasan Karaaslan hevjîna xwe Leyla û keçên xwe Derya (17 salî), Melek (16 salî) û Şerîfe (13 salî) dema ku li malê razayî bûn bi guleyan kuştin.

Piştre Hasan Karaaslan bi çekê xwe çû navenda polîsan, xwe radest kir û got ku wî hevjîn û 3 keçên xwe kuştine.

Dema ku Hasan Karaaslan dihat binçavkirin, tîmên tenduristiyê û polîsan çûn cihê bûyerê hatin kirin û 4 kesan termên kuştî dîtin ku dayik û 3 keçên wê yên ji ber guleyên li serê wan ketine, canê xwe ji dest dane.

Termên kuştiyan ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatin veguhastin û lêpirsîna derbarê bûyerê de dest pê kir.