Îhaleya firotina taxa Fabrîka ya Diyarbekirê hat betalkirin
Taxa bi navê Fabrîka ya li nav bajarê Diyarbekirê dê ji aliyê Şaredariya Yenîşehîrê ve bi rêya îhaleyê bihata firotin, lê hat zanîn ji ber ku ti kes beşdarî îhaleyê nebûye îhale hatiye betalkirin.

Diyarbekir (K24) - Taxa bi navê Fabrîka ya li nav bajarê Diyarbekirê dê ji aliyê Şaredariya Yenîşehîrê ve bi rêya îhaleyê bihata firotin, lê hat zanîn ji ber ku ti kes beşdarî îhaleyê nebûye îhale hatiye betalkirin. Şêniyên taxê jî biryar bi kêfxweşî pêşwazî kirin.
Îhaleya firotina Taxa Fabrîka ya girêdayî Yenîşehîr a Diyarbekir hat betalkirin. Hat ragihandin ku biryar bû îro di 20ê Îlonê de li Şaredariya Yenîşehîr a Diyarbekir îhaleya firotina Taxa Fabrîka were lidarxistin.
Lê hat ragihandin ji ber ku ti kesî bo beşdariya îhaleyê serîlêdan nekiriye îhale jî hatiye betalkirin. Şêniyên Taxa Fabrîka jî betalbûna îhaleyê bi kêfxweşî pêşwazî kirin.
Piraniya şêniyên taxê 45 sal in li vê derê dijîn û dibêjin heta ku pirsgirêka wan a xanî çareser nebe û ev pirsgirêk li gel nîştecihên taxê neyê gotûbêjkirin nabe wisa bêpirs were firotin.
Taxa Fabrîka li ser 50 donim erd cih digire û serjimêriya wê jî derdora 3 hezarî ye û 345 avahî tê de hene ku beriya niha Jûra Avahîsazên Diyarbekir jî ji bo betalkirina pêvajoya firotinê serî li dadgehê dabû.