Li Diyarbekirê di bûyereke trafîkê de jinekê canê xwe ji dest da
Li nav bajarê Diyarbekirê, di encama bûyereke trafîkê de jineke temen derdora 60 salî canê xwe ji dest da.
Diyarbekir (K24) – Li nav bajarê Diyarbekirê, di encama bûyereke trafîkê de jineke temen derdora 60 salî canê xwe ji dest da.
Li Kuçeya Yaşar Kemel ya li naçeya Yenîşehîra a Diyarbekirê demjimêr derdora 15.45an de di encama bûyereke trafîkê de jineke temen derdora 60 salî canê xwe ji dest da.
Li gorî gotinên şahidhalên bûyerê, di dema ku jinê xwestiye ji otobusê peya bibe otobus bi rê ketiye û jin maye di bin de.
Piştî bûyerê tîmên hawarçûnê terme jinê qurbanî rakirin nexweşxaneyê.
Welatiyên ku li cihê bûyerên kom bûn bertek nîşanî bilezçûna ajokarên otomobîlan dan.