Rêkeftina Kurdistan24 û Al Jazeera dikeve warê cibicîkirinê
Navenda Nûçeyan (K24) – Saziya Medyayî ya Kurdistan24ê û Peymangeha Al Jazeera bo Ragihandinê ku rêkeftina hevkariyê di warên şêwira medyayî de îmze kiribûn, di vê mehê de dikeve warê cibicîkirinê û tîmeke Al Jazeera tê ofîsa sereke ya Kurdistan24ê.
Berpirsê Beşa Plandananê di Saziya Medyayî ya Kurdistan24ê de Ebdulhemîd Zêbarî derbarê giringiya vê rêkeftinê de got: “Ev rêkeftin giring e û hemû karmendên Kurdistanê dê sûdê jê werbigirin. Ev bîroke piştî destbikarbûna Ehmed Zawîtî wek Rêveberê Giştî yê Kurdistan24ê hate kirin, ji bo berfirehkirin û qonaxeke nû ya karê medyayî ya Kurdistan24ê. Ji wê demê ve gelek pêşniyaz ji ajansên navdewletî hatin kirin, lê piştre tora medyayî ya Al Jazeera hat hilbijartin, peymangeheke wan bi navê Peymangeha Al Jazeera bo Ragihandinê heye ku kenalên derveyî Qeterê dikarin zêdetir di warê şêwirmendî de sûdê ji ezmûna wê werbigirin.
Ebdulhemîd Zêbarî diyar kir jî, rêkeftina Kurdistan24 û Al Jazeera piştî wê hat, tîmeke kenala Al Jazeera hatibû navenda Kurdistan24ê û heyamekê lêkolîn li ser Kurdistan24ê kiribû.
Got jî: “Di pêşerojeke nêzîk de, rêkeftina Kurdistan24 û Al Jazeera dikeve warê cibicîkirinê û biryar e di nava vê mehê de tîmeke Al Jazeera bê ofîsa Kurdistan24ê û heyama şeş mehan bimînin û bi awayekî teorî û praktîkî ligel karmandên me bin.”
Ebdulhemdî Zêbarî got: “Ew tîm zêdetir dê giringiyê bide Jûra Hewalan a Kurdistan24ê, wek zêdekirina peyamnêran, pêşxistina sosyal medyayê, ji ber ku niha Al Jazeera bi xwe jî xwe ji bo qonaxeke din a karê sosyal medyayê amade dike.”
Destnîşan kir jî: “Qonaxa yekem a karkirinê li ser rêkeftinê, şeş mehan dibe. Tîma Al Jazeera ya ku bê Kurdistan24ê, pisporiya wan di warên cuda yên medyayê de heye. Al Jazeera ji me re got, her kadroyek hûn daxwaz bikin. dê bê Kurdistan24ê û ligel karmendên we be.”
Berpirsê Beşa Plandanê ya Kurdistan24ê got: “Niha Kurdistan24 gavan ber bi qonaxeke nû davêje, îmzekirina bi kenala Al Jazeera re jî, destpêka vê qonaxê ye.
Roja 27/9/2022an li Dohaya paytexta Qeterê, Saziya Kurdistan24ê ligel Peymangeha Al Jazeera bo Ragihandinê, rêkeftina hevkariyê di warên şêwira medyayî de îmze kiribû.