Mesrûr Barzanî ligel Wezîrê Berevanî yê Îtalyayê civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî vê êvarê 18ê Sibata 2022yan li bajarê Munichê yê Almanyayê ligel Wezîrê Berevanî yê Îtalyayê Lorenzo Guerini civiya.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî vê êvarê 18ê Sibata 2022yan li bajarê Munichê yê Almanyayê ligel Wezîrê Berevanî yê Îtalyayê Lorenzo Guerini civiya.

Di civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Lorenzo Guerini li ser rewşa giştî ya Iraqê û pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê gotûbêj kirin.

Herwiha di civînê de tekezî li ser girîngiya hemahengiya navbera herdu aliyan hat kirin ji bo rûbirûbûna terorê û seqamgîriya aştî û asayîşê li navçeyê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Wezîrê Berevanî yê Îtalyayê civiya
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Wezîrê Berevanî yê Îtalyayê civiya