Li Diyarbekirê di kargehekê de teqînekê rûda

Li kargeheke çêkirina bafûnan ya li Herêma Pîşesazî ya Organîze ya Diyarbekirê teqînekê rûda û di teqînê de karkerekî canê xwe ji dest da û karkerek jî birîndar bû.

Diyarbekir (K24) - Li kargeheke çêkirina bafûnan ya li Herêma Pîşesazî ya Organîze ya Diyarbekirê teqînekê rûda û di teqînê de karkerekî canê xwe ji dest da û karkerek jî birîndar bû.

Peyamnêrê Kurdistan24ê Hesen Kako ragihand, li Diyarbekirê di kargehekê de teqînekê rûda û di encama teqînê de karkerekî canê xwe ji dest da û karkerek jî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên AFAD, UMKE, agirkuj, tendirustî û cendirmeyan bo cihê bûyerê hatin şandin.

Li gorî zanyariyan, teqîn ji ber gaza zêde ya di firinê de çê bûye.