Li Diyarbekirê li dijî hevrEgezxwaziyê çalakiyek hat li darxistin

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê hember hevregezxwaziyê li Qada Şêx Seîd daxuyaniyek bo çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku divê pêşî li belavbûna hevregezxwaziyê were girtin û hat gotin ku Peymana Stenbolê li dijî nirxên civakî ye.

Li Diyarbekir ji aliyê saziyên sivîl yên oldar ve li Qada Şêx Seîd civînek çapemeniyê hat li darxistin û hat amajekirin ku hevregezxwazî li dijî nirxên civakî, malbatî û olî ye.

Bal hate kêşan ku bi rêya medyaya civakî hevregezxwazî weke hêmaneke asayî tê pênasekirin û ev yek şexsiyta ciwanan têk dibe û divê li dijî vê yekê helwest were nîşandan.

Di daxuyaniyê de behsa Peymana Stenbolê jî hat kirin û hat gotin ku Peymana Stenbolê bingeha malbatê têk dibe û hat amajekirin ku divê hemû femînîst û parastvanên Peymana Stenbolê bizanin ku hevregezxwazî ne rewşek asayî ye û hevregezxwazî nexweşiyek e.