Li Diyarbekirê otobusek wergeriya: Birîndar hene
Li Bismila navçeya Diyarbekirê, otobuseke rêwîyan ji ber zêde baranê kontrola xwe ji dest da û wergeriya.
Diyarbekir (K24) - Li Bismila navçeya Diyarbekirê, otobuseke rêwîyan ji ber zêde baranê kontrola xwe ji dest da û wergeriya.
Li gor agahiyên destpêkê, di qezayê de ziyanên canî tune, lê 20 kes birîndar bûn û bo nexweşxaneyên hatin veguhestin.
Piştî qezaya otobusê, destwerdan û alîkariya ewil ji aliyê gundiyên ku qezayê dibînin ve, hatiy kirin û tîmên hewarçûnê jî gihiştine ciyê bûyerê.
Li gor agahiyên ku tîmên hewarçûnê bo Kurdistan24 ragihandin, di qezayê de hêj mirî tune ne û ji 20î zêdetir rêwiyên ku birîndar bûne, ji bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.