Helbestvana Kurd Sîmaf Efrîn dîwana Reşzeytûn çap kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Helbestvana Kurd Sîmaf Efrîn dîwaneke helbestan a bi navê “Reşzeytûn” çap kir. Sîmaf hevî dike bi herikîna pênûsa wê, bibe sembola azadiya jinên Kurd.
Sîmaf Efrîn ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ye û ji sala 2011an ve dest bi nivîsandina helbestê bi zimanê Kurdî kiriye. Sîmaf Efrîn helbestê bi herdu zimanan Kurdî û Erebî dinivîsîne û gelek hebestên wê di kovar, rojnama û malperên Kurdî û Erebî de hatine belav kirin û yekem komhelbesta wê ya bi navê Pişka Bin Giyan di sala 2021ê de ji weşanxaneya Ava ve hat weşandin.
Dîwana “Reşzeytûn” dîwana duyam a Helbestvan Sîmaf Efrîn e û ji aliyê weşanxaneya Şilêr ve hatiye derxistin. Li ser vê berhema xwe ya duyem helbestvan Sîmaf Efrînê ji K24ê re got: “Reşzeytûn 27 helbestên helbestên evînî, netewî, xwezayî û hin helbestên taybet ji bo stranan di nava xwe de hildigire.”
Her wiha got: “Bi dîmenên helbestên Reşzeytûn re, xwendevan diçe nav êşa Kurdistanê û germahiya yekîtiyê. Ji aliyekî din ve jî, helbestên min evîneke xwezayî derbasî dilê xwendevanan dike.”
Helbestvana Kurd Sîmaf Efrîn dibêje: “Hêviya min ew e, herikîna pênûsa min bibe sembola azadiya jinên Kurd.”
Reşzeytûn
Dayê!
Piştî ji navçûyînê
Di perdesûna biyaniyê de
Winda me..!
Li hişkbûna hembêza bavê xwe
Digerim..
Qeytanên bîranînan
Zelalbûna hişê min
Bi dar ve dike û bîrêkirin
Giyanê dikuje
Tevî ku avahiyên bilind hene
Lê ez dikim bifetisim
Çenteyên min kêfxweşiyê
Hilnagirin...!
Ne desmalek e ji şaxên zeytûnî
ku hêstiran pê paqij bikim
Ne hewêsiyên Lêlûn û Hawarê
Ku giyan li giyan vegerînin
Weke çiyayekî, ramanên xewnên
min giran bûne
Siba..!
Siba ..!
Ez ê çenteyê zeytûnî û
gulistana bedewbûna xwe
bidim hev
Pêxas vegerim û
herdu pirên ava xwînî
qîtan dadiqurtîne,
derbas bikim..
Kevza wê dûrî biskên keçika min
hişk bûye
Kî yê sermaya bajêr bimalîne
Ji bilî kurtikê berşîrê min
Ez ê vegerim..!
Dizanim ku tiştek ji kolanên te
Nemaye..
Pîrozahiya te dagîr kirin
Li ser rûpelên bîranînên bi êş
ez ê vegerim..!
Ketina te..
Destdirêjkirina li ser te..
Qêrînên te..
Guhartina dîmenên te..
Binaxkirina te ya zindî..
Ji nav memikên te
Bihna termên komirî
Bêhn bikim..
Çi bikim ez?
Tu tişt agirê bîrêkirina te
Venamirîne..!
Ji bilî ku ez maçekê ji girnijiya
wê pakrewana bênav bistînim
Tabloya wê bi dergehê te ve
Nedaliqandî ye..
Ji mêrgên te yên şîn
Bermahiya ariya û miçiqandina
zeytûnên reş
ber hev bikim
Bi hêstirên telaşmayî
hêza çiyayî vedigerînim
Ez ê sermest vegerim..!
Parsa bihna reyhanan ji perdeyên
te yên dirêjbûyî bikim..
Bi qasî qulika êmzikê berşîrekî
ez ê binivîsim..
Zaravayên ku wateyên
navê te hildigirin
û nayên şîrovekirin
Li ser hewêsên windabûnê
Ez ê serkêş bibim û
xwe komî hev bikim
Da ku hinavên giyan û
hindirê dil gerim bikim..!
Destmêja xwe bi xwêdana
laşê te bikim..
Rêgeza nimêja xwe
Di gora te ya pîroz de
Radigihînim..!
Tu.......
Tu dêra min î..
Perestgeha min î..
Mizgefta min î..
Li ser kêliyên bîrêkirinê
xweşiya min î..
Bi dilgîrbûn xweşiya te
giyan dagîr dike
Lê ez li biyaniya xwe
winda me..!
Weke perperîkeke winda
Ez ê li te vegerim..
Di nav memikên te de
Ez ê bi hewêsên Amanos
şad bibim..
Bi dirêjahî, firehî û bilindahiyê
derbasî hembêza te bibim
Weke Siyamed û Xecê..
Weke Mem û Zînê..
Weke Ferhad û Şêrînê..
Weke Cembelî û Binefşê..
Ez ê vegerim..
Di xurcika min de
Hezar navên dildarên
kesnenas hene..
Da ku ehrazên evîna min
Li nav çiya û newalên te
temam bibin..
Li ser refikên şermkirinê bigerim
Bi çenteyên bêhêvîtiyê vegerim
Weke jineke evîndar
Vedigerim..!
Ew vexwarina nayê vexwarin
Ji bermahiya şiqitandina darên qutkirî
Vexwim..!
Ez ê werim
Ez ê werim
Da ku giyanê xwe yê windayî û
dilê qelsbûyî bibînim
Weke xanimekê
serê xwe bi qefdên beybûnên
te tac bikim..
Dewat li ser şaxên
sindîganê be
Nêrgizên çiya
Ji gulistanên te yên daliqandî
Ber hev bikim
Efrîna min..!
Evîna min..!
Mirî bim, zindî bim
Ez ê vegerim..
Termek bim..
Ez ê vegerim..
Ez ê vegerim..