Li Duhokê 34 parzûngehên neyasayî hatin têkbirin

11 parzûngehên din jî ji bo cîbicîkirina merc û rênimayan, hatin agahdarkirin.

Duhok (K24) – Li parêzgeha Duhokê 34 parzûngeh li Komelgeha Pîşesazî ya Kaşê hatin têkbirin û 11 parzûngehên din jî ji bo cîbicîkirina merc û rênimayan, hatin agahdarkirin.

Desteya Jîngehê ya Herêma Kurdistanê îro Pêncşemê 8ê Kanûnê ragihand, ji ber metirsiya wan a li ser tendirustiya nişteciyan, 34 parzûngehên neyasayî li  Komelgeha Pîşesazî ya Kaşê ya li Duhokê hatin têkbirin.

Herwiha Desteya Jîngehê ya Herêma Kurdistanê eşkere dike ku bi salan e xelkê deverê daxwaza têkbirin û girtina wan parzûngehan dikin.

Desteyê diyar dike, ew parzûngeh ji ber tunebûna merc û rênimayên wan ên li ser danîna parzûngehê û dirustkirina metirsiya li ser tendirustiya xelkê deverê, hatine girtin. Herwiha 11 parêzgehên din hatine agahdarkirin ku eger merc û rênimayan cîbicî nekin, ew ê jî werin têkbirin.