PDK: Em her bizavekê red dikin ku bixwaze Şingalê bike karteke siyasî
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi helkefta salvegera 11ê ya rizgarkirina Şingalê, Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê radigihîne: "Em bi erkê xwe dizanin û dê li ser karkirina ji bo garantîkirina mafên wan û nasandina jenosîdkirina wan di asta navdewletî de berdewam bin. Herwisa em her bizavekê red dikin, ku bixwaze Şingalê bike karteka hevrikiyên siyasî yan Kurdên Êzidî ji reh û rîşal û nasnameya wan a Kurdistanî qut bike."
Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Kurdistanê îro În, 13ê Mijdara 2026ê, bi helkefta salvegera 11ê ya rizgarkirina Şingalê peyamek belav kir û amaje bi wê yekê da ku gelê Kurdistanê û PDKê ew birîn wekî birîna hemî Kurdistanê zanî, lewma piştî salekê ji berxwedan û qurbanîdanê û bi rengekê diyarkirî di 13ê Mijdara 2015ê de, hêza Pêşmergeyên Kurdistanê bi fermandariya rasterast a Serok Barzanî di bereyên şer de Şingal û Çiyayê Şingalê yê xweşevî bi xwîna sor a 500 şehîdan û sê hezar birîndarên Pêşmerge ji destê çeteyên DAIŞê rizgar kirin û ew soza xwe bi cih anî ku Şingal bi êxisîrî namîne.
Naveroka ragihandina Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê
"Di 3ê Tebaxa 2014ê de, terorîstên DAIŞê hovtirîn êrîş kir ser Şingalê û xûşk û birayên me yên Êzidî jenosîd kirin; bi kuştina bikom, revandin û benîkirina jin û zarokan û wêrankirina pîroziyên wan, xwest pareka resen a gelê Kurd ji nav bibin."
"Gelê Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê ew birîn wekî birîna hemî Kurdistanê zanî, her ji ber wê yekê jî piştî salekê ji berxwedan û qurbanîdanê û bi rengekê diyarkirî di 13ê Mijdara 2015ê de, hêza Pêşmergeyên Kurdistanê bi fermandariya rasterast a Serok Mesûd Barzanî di bereyên şer de, Şingal û Çiyayê Şingalê yê xweşevî bi xwîna sor a 500 şehîdan û 3000 birîndarên Pêşmerge ji destê çeteyên DAIŞê rizgar kirin û ew soza xwe bi cih anî ku Şingal bi êxisirî namîne."
"Em li Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê bi wan Pêşmergeyên qehreman serbilind in ku bi xwîna xwe, mil bi milê birayên xwe yên Êzidî, ev rûpela zêrîn di dîroka Kurdistanê de nivîsand. Lewma berevanîkirina ji doza xûşk û birayên me yên Êzidî bi erkê xwe dizanin û dê li ser karkirina ji bo garantîkirina mafên wan û nasandina jenosîdkirina wan di asta navdewletî de berdewam bin. Herwisa em her bizavekê red dikin ku bixwaze Şingalê bike karteka hevrikiyên siyasî, yan Kurdên Êzidî ji reh û rîşal û nasnameya wan a Kurdistanî qut bike."
"Cihê amajepêdanê ye ku yazdeh salan piştî rizgarkirina Şingalê, hîn jî lihevkirina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Fîdral de li ser rewşa Şingalê nehatiye bicihanîn. Lewma em daxwazê ji Hikûmeta Fîdral dikin ku berpirsiyariya xwe hilgire û lihevkirina Şingalê bi temamî bi cih bîne; ev jî bi derxistina komên çekdar ên neqanûnî ji deveraa wan û afirandina keşûhewayekî aram û ewlehiyeke wisa ku xwecihên wê karibin bi xwe biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin û bi serbilindî vegerin ser warê xwe, tevî ku pêdivî ye devera wan bê avedankirin û qerebûya dadperwerane ya qurbaniyên wan bê kirin. Di dawiyê de em serê rêzê ji bo canê pak ê şehîdên qurbaniyên jenosîda Kurdên Êzidî û Pêşmergeyên xwe yên qehreman ditewînin."