Mesrûr Barzanî sersaxiyê ji Wezîrê Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan re dixwaze

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peywendiyeke telefonî de sersaxî ji Wezîrê Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan Ebdula Hacî Mehmûd re xwast, ji ber wexera dawiyê ya dayika wî; Serokwezîr herwisa hêvî xwest ku Xudayê mezin canê Xudêjêrazî bi behiştê şa bike û sebir û hedarê bide malbata wan jî.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamek belav kiriye û tê de amaje daye ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro În, 13ê Mijdara 2026ê, di peywendiyeke telefonî de sersaxî ji Wezîrê Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan Ebdula Hacî Mehmûd re xwast, ji ber wexera dawiyê ya dayika wî.

Di wê ragihandinê de hatiye ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwisa hevxemiya xwe gihand wî û hêvî xwest ku Xudayê mezin canê Dayika wî bi behiştê şa bike û sebir û hedarê bide malbata wan jî.

Li gorî wê ragihandinê, Wezîrê Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan spasî û rêz û hurmetên xwe û malbata xwe ji bo peywendî û hevxemiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kirin.