Li Fransayê agir bi avahiyekê ket: 10 kes mirin

Li bajarê Lyonê yê li rojhilatê Fransayê li avahiyekê şewat derket û di encamê de 10 kesan canê xwe ji dest dan ku 5 ji wan zarok in.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Lyonê yê li rojhilatê Fransayê li avahiyekê şewat derket û di encamê de 10 kesan canê xwe ji dest dan ku 5 ji wan zarok in.

Rayedarên bajarê Lyonê ragihandine ku bûyera şewatê piştî demjimêr 03:00 sibê li Vaulx-en-Velin çê rûdaye, ku agir ji qata binî ya avahiyê dest pê kiriye û ber bi jor ve belav bûye.

Hat ragihandin ku di bûyerê de 10 kesan canê xwe ji dest dane ku 5 ji wan zarok in, herwiha 14 kes jî birîndar bûne.

Sedema şewatê hîn ne diyar e, lê lêkolîn derbarê bûyerê de dest pê kiriye. Du kesên agirkuj di dema hewldana bo vemirandin û kontrolkirina agir de bi sivikî birîndar bûne.

Herwiha hat eşkerekirin ku ji bo kontrolkirina şewatê, 170 agirkuj bo cihê bûyerê hatibûn veguhestin.