Mesrûr Barzanî sersaxiyê ji kesûkarên rojnamevan Ferhad Mihemed re dixwaze
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê sersaxiyê ji kesûkar û dostên rojnamevan Ferhad Mehemed re dixwaze û radigihîne ku wî roleke berçav di ragihandina Kurdî û berevanîkirina ji mafên xelkê Kurdistanê de jî hebû.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro În, 13ê Mijdara 2026ê, peyameke hevxemî û sersaxiyê arasteyî kesûkar, dost û hevkarên wî kir û amaje bi wê yekê da ku Ferhad Mehemed nivîskar û rojnamevanekî niştimanperwer û bihelwest bû.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwisa ragihandiye: "Ji bo wexera dawiyê ya nivîskar û rojnamevanê navdar ê Kurdistanê û sernivîserê kovara Gulanê û endamê Pişka Rewşenbîrî û Ragihandinê ya PDKê Ferhad Mehemed, ez sersaxiyê ji malbat, kesûkar, dost, hevkar û nasên wî re dixwazim."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje jî kiriye: "Rojnamevan Ferhad Mehemed nivîskar û rojnamevanekî niştimanperwer û bihelwest bû, roleke berçav jî di ragihandina Kurdî û berevanîkirina ji mafên xelkê Kurdistanê de hebû."
Di dawiyê de jî Mesrûr Barzanî gotiye: "Xudayê mezin canê wî bi behiştê şa bike û sebir û hedarê bide hemiyan."