Li Wanê erdhej rûda
Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 3,9 erdhej qewimî.
Navenda Nûçeyan (K24) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 3,9 erdhej qewimî.
Serokatiya Rêveberina Karesat û Rewşa Bilez a Tirkiyê (AFAD) ragihand; li navçeya Tûşba ya ser bi parêzgeha Wanê bi hêza 3,9 pile, erdhej rûda.
Herwiha Çavdêriya Erdhejê ya Kandîllî ya Zanîngeha Bogazîçiyê jî eşkere kir ku erdhej bi hêza 4,0 qewimiye.
Li gor agahiyên Serokatiya Rêveberina Karesat û Rewşa Bilez a Tirkiyê (AFAD), erdhej 7,04 kîlometre, herwiha li gor agahiyên Çavdêriya Erdhejê ya Kandîllî jî 5 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.