Giorgia Meloni: Min xwest yekem serdana min a li derveyî Ewropayê bo Herêma Kurdistanê be
Hewlêr (K24) – Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni derbarê serdana xwe ya Herêma Kurdistanê û Iraqê de ragihand: “Min xwest yekem serdana min a li derveyî Yekîtiya Ewropayê bo Herêma Kurdistanê be.”
Giorgia Meloni di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de ligel Serokwezîr Mesrûr Barzanî, diyar kir: “Îtalya dê li cem Herêma Kurdistanê bimîne û em ê karên konsulxaneya me ya li Herêma Kurdistanê mezintir û berfirehtir bikin.”
Derbarê hevkariyên serbazî yên Îtalyayê bo Herêma Kurdistanê de, Serokwezîra Îtalyayê ragihand, hevkariyên serbazî yên Îtalyayê bo Herêma Kurdistanê dê berdewam bin.
Giorgia Meloni derbarê serdana xwe ya Herêma Kurdistanê de diyar kir: “Ez kêfxweş im ku li Hewlêrê me, min xwest yekem serdana min a li derveyî Yekîtiya Ewropayê bo Herêma Kurdistanê be.”
Serokwezîra Îtalyayê di axaftina xwe de spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir û got: “Em gelek spasî ji bo rola cenabê we dikin ji bo vê pêşwaziyê û ji bo vê derfeta ku we ji me re pêk anî, ez hêvî dikim, em di demeke herî nêz de hevdû bibînin.”