Serokwezîra Îtalyayê spasiya Mesrûr Barzanî kir

Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni di twîtekê de spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û ragihand: “Em ji bo dilniyabûna ji silametiya welatiyên me, bi hev re kar dikin.”

Hewlêr (K24) – Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni di twîtekê de spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û ragihand: “Em ji bo dilniyabûna ji silametiya welatiyên me, bi hev re kar dikin.”

Giorgia Meloni piştî vegera ji Herêma Kurdistanê bo Îtalyayê, di twîtekê de spasiya Mesrûr Barzanî kir û ragihand: “Em ê di piştevanîkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê de berdewam bibin.”

Serokwezîra Îtalyayê di beşeke din atwîta xwe de diyar kir: “Em ji bo dilniyabûna ji silametiya welatiyên me û pêşvebirina hevahengiya aboriya me, bi hev re kar dikin.”

Duh roja 23ê Berfanbara 2022yan, Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni gihîşte Herêma Kurdistanê û li Balafirgeha Navdelwetî ya Hewlêrê ji aliyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Di vê serdanê de Serokwezîra Îtalyayê ligel Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya, herwiha serdana tîma şêwirmend û serbazên welatê xwe yên li Hewlêrê kir.