Li Hewlêrê ahenga cejna Qewiltas tê sazkirin

Bi hevkariya Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, lijneya amadekariya cejna Qewiltas, li Hewlêrê ahengekê ji bo pîrozkirina vê cejna dêrîn a Kurdî saz dike.

Hewlêr (K24) – Bi hevkariya Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, lijneya amadekariya cejna Qewiltas, li Hewlêrê ahengekê ji bo pîrozkirina vê cejna dêrîn a Kurdî saz dike.

Ahenga cejna Qewiltas a Kurdên Kakeyî bi çendîn çalakiyên hunerî û muzîkê dê were lidarxistin.

Li Hewlêrê ahenga Qewiltas roja Duşemê 9ê Çileya 2023an, di demjimêr 14:00ê de li Hola Pêşewa ya li Dîwana Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan birêve biçe û hatin ji bo her kesî ye.

Cejna Sê Şevên Yaran, an Qewiltas, cejneke dêrîn a Yarsan e û bi vê boneyê, Kakeyiyên Kurdistanê û derveyî welat, vê cejnê pîroz dikin.

Fly Erbil Advertisment