Li Herêma Kurdistanê di sala 2022an de zêdetirî 3 hezar bûyerên trafîkê rûdane
Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Trafîka Herêma Kurdistanê Mihemed Ruşdî amarên bûyerên trafîkê yên sala 2022an ragihand.
Hewlêr (K24) – Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Trafîka Herêma Kurdistanê Mihemed Ruşdî amarên bûyerên trafîkê yên sala 2022an ragihand.
Mihemed Ruşdî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, di sala 2022an de hejmara otomobîlên tomarkirî li Herêma Kurdistanê gihîştiye 2 milyon û 41 hezar 147 otomobîl, herwiha 18 hezar û 819 motorsîklet hatine tomarkirin.,
Ruşdî eşkere kir, di sala 2022an de zêdetirî 3 hezar û 700 bûyerên trafîkê li Herêma Kurdistanê rûdane. Herwiha diyar kir ku li gor sala 2021ê, bûyerên trafîkê kêm bûne.