Proseya aştiyê jiyan li gundên deverê Amêdiyê asayî kiriye
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî destpêkirina proseya aştiyê û rawestandina şerî, gundê Guherzê û bi dehan gundên din ên devera qezaya Amêdiyê ku berê ji ber şerî hatibûn valakirin careke din tenahî û jiyana rojane dîtin.
Proseya aştiyê jiyan li vê deverê asayî kiriye. Ehmed bi dilekê tena û bê tirs pezê xwe li aqar û çiyayên vê deverê diçerîne. Pêştir ji ber tirsa şerî, ew nedişiya pezê xwe zêdetir ji 200 metreyan ji cadeyê dûr bixe lê niha bi rengekê bnaştir pezê xwe li çiyayan diçerîne.
Ehmed ji Kurdistan24ê re dibêje: “Niha rewş ji berê tenatir e. Berî niha ev dever wekî çeperekî bû, xasma jî ji dêralokê heta Amêdiyê. Dever ji vê deverê xirabtir nebûn, tu nedişiyayî 200-300 metreyan ji gundî dûr bikevî, da drone înin te an da guleyan berdin te. Vê gavê teqe nîne û rihetî ye.”
Gundê Guherzê yê nahiyeya Dêralokê ya qezaya Amêdiyê li parêzgeha Dihokê pêştir 36 caran ketiye ber êrîşên şerê di navbera PKKê û artêşa Tirkiyeyê de, niha jiyaneka tena û rihet lê vegeriyaye û zêdetir ji 160 malbatan lê xwecih in û her kesek li ser kar û jiyana xwe ya rojane berdewam e.
Ji ber şerê jêgotî, zêdetir ji 300 gundan li devera qezaya Amêdiyê nehatine avakirin. Lê piştî ragihandina proseya aştiyê di sala borî de li Tirkiyeyê, ew şer hatiye rawestandin û proseya avadankirinê hatiye destpêkirin û jiyan berdewam e.
Aştiyê tenahî li pey xwe anî û jiyana xelkê deverê ji tirs û şerî bo jiyaneka tena guhert û deriyên kar û rizqî li ber wan vekirin. Ev jî ji bo xelkê gundên sînorî werçerxaneka mezin e, ku pêştir ji ber şerê PKKê û artêşa Tirkiyeyê ev jiyan nedîtibû.