Serok Barzanî: Jidestdana Şêxella Îbrahîm xisareteke mezin e
"Mamoste Şêxella Îbrahîm kesayetekî şoreşger û dilsozê xak û niştiman bû û jiyana xwe ji bo xizmetkirina doza rewa ya gelê xwe terxan kir."
Hewlêr (K24) – Serok Barzanî ji ber koça dawî ya Şêxella Îbrahîm peyameke sersaxiyê araste kir û ragihand, Mamoste Şêxella Îbrahîm kesayetekî şoreşger û dilsozê xak û niştiman bû û jiyana xwe ji bo xizmetkirina doza rewa ya gelê xwe terxan kir.
Îro Pêncşemê 6ê Nîsana 2023an, Serok Mesûd Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir û tê de hatiye: “Bi xemgîniyeke mezin ve, min agahiya koça dawî ya têkoşerê mandûnenas û Pêşmergeyê herdu şoreşên Îlon û Gulanê û hilgirê madelyaya Barzanî mamoste Şêxella Îbrahîm bihîst.”
Serok Barzanî di peyama xwe de diyar dike: “Ez pirse û sersaxiya xwe arasteyî malbat û kesûkar û nasên rehmetî Şêxella Îbrahîm û heval û hevsengerên wî dikim û ez xwe hevbeşê xema wan dizanim.”
Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi xemgîniyeke mezin ve, min agahiya koça dawî ya têkoşerê mandûnenas û Pêşmergeyê herdu şoreşên Îlon û Gulanê û hilgirê madelyaya Barzanî mamoste Şêxella Îbrahîm bihîst.
Mamoste Şêxella Îbrahîm kesayetekî şoreşger û dilsozê xak û niştiman bû û jiyana xwe ji bo xizmetkirina doza rewa ya gelê xwe terxan kir û nimûneya wefadarî û kurdperwerî û xoşewîstiya cemawerî bû û jidestdana wî xisareteke mezin e.
Ez pirse û sersaxiya xwe arasteyî malbat û kesûkar û nasên rehmetî Şêxella Îbrahîm û heval û hevsengerên wî dikim û ez xwe hevbeşê xema wan dizanim.
Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku ruhê rehmetî Şêxellah Îbrahîm bi bihişta berîn şad bike û sebr û aramiyê bibexşîne.
Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn (Em ji Xweda hatin û em ê dîsa vegerin bal wî)
Mesûd Barzanî
6ê Nîsana 2023an