Erebistana Siûdî: Sibe yekem roja Cejna Remezanê ye

Hewlêr (K24) – Erebistana Siûdî ragihand, sibe roja Înê yekem roja Cejna Remezana pîroz e.

Ji ber dîtina heyvê êvara îro Pêncşemê li çend navçeyên Erebistana Siûdî, sibe dibe yekem roja Cejna Remezana pîroz li wî welatî.

Ev di demekê de ye ku îro Pêncşemê 20ê Nîsana 2023an, welatê Malezya, Endonesiya, Japonya, Sîngapûr, Awustralya û Tayland ragihand ku sibe Înê temamkerê heyva Remezanê dibe û roja Şemiyê 22ê Nîsanê, yekem roja Cejna Remezana pîroz e.