Fraksiyona PDKê û Lijneya Wezarî ya Iraqê li ser pirsên budce, petrol û mûçeyan civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê ragihand, şandeke fraksiyona wan ligel lijneya wezarî ya hikûmeta federalî civiya ye, bi mebesta gotûbêjkirina xalên projeyasaya budceyê, dosyeya petrolê û şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê.

Fraksiyona PDKê îro 7ê Mijdarê di daxuyaniyekê de da zanîn ku piştî civîna berê ya şanda fraksiyonê ligel Serokwezîrê Iraqê Elî Zêdî, biryar hatibû dayîn ku lijneyeke wezarî ya taybet bo gotûbêjkirina dosyeya petrola Herêma Kurdistanê û bendên projeyasaya budceeyê bê avakirin.

Lijneya wezarî ya hikûmeta federalî bi serokatiya Cîgirê Serokwezîr Mihemed Temîm û bi endamtiya wezîrên petrol, darayî, avakirin û nûjenkirinê ligel serokê Dîwana Çavdêriya Darayî ya Federalî pêk hatibû.

Li aliyê din, şanda Fraksiyona PDKê bi serokatiya Şaxewan Ebdullah, endamê Komîteya Navendî û serokê fraksiyonê beşdarî civînê bû.

Di civînê de bi hûrgilî behsa çendîn pirsên girîng û hestiyar hat kirin, ku di serê wan de projeyasaya budceya giştî, dosyeya hinartina petrolê, dabînkirina mûçeyên fermanberan û şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê bûn.

Li gorî daxuyaniyê, di dawiya civînê de her du alî hevnêrîn bûn li ser girîngiya pêkanîna hevdengiyeke siyasî li ser yasaya budceyê, bi awayekî ku dabînkirina mafên tevahiya welatiyên Iraqê misoger bike.

Roja 6ê Cotmehê jî Kurdistan24ê wekî yekem medya reşnivîsa budceya 2027an a Iraqê belav kiribû. Li gorî reşnivîsê, hikûmeta Iraqê xerciyên giştî bi 217 trîlyon dînar û dahatan jî bi 174 trîlyon dînar xemilandiye, di heman demê de pişka Herêma Kurdistanê jî hatiye kêmkirin.