Demirtaş bi tirkî û kurdî peyama cejna Remzanê da
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ku di Girtîgeha Edîrneyê de ye, bi peyameke vîdyoyî bi tirkî û kurdî cejna Remezanê li hemûyan pîroz kir.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ku nêzî 6.5 sal in di Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê de ye, bi peyameke vîdyoyî ya ku li ser hejmara xwe ya Twitterê parve kir, cejna Remezanê pîroz kir.
Demirtaş di vîdyoya bi dengê xwe de bi tirkî û kurdî cejna Remezanê li hemûyan pîroz kir.
Demirtaş bi tirkî got: “Bila ev cejn bibe sedema firehî, bereket û aştiyê. Bila guherîna ku her kes li bendê ye bi xwe re bîne. Cejna we pîroz be înşallah.”
Bi kurmancî û dumilî jî got: “Cejna we pîroz be. Roşane şima bimberek bo.”
Bu bayram; bolluk, bereket ve barışa vesile olsun, büyük değişimi getirsin. Hayırlı bayramlar.
— Selahattin Demirtaş (@hdpdemirtas) April 21, 2023
Cejna we pîroz be. Roşanê şima bimbarek bo. pic.twitter.com/8TEwxNT4C8