Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Em êrîşkirina ser Kurdên Pelkane û hewla guherandina demografiya navçeyê şermezar dikin

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser êrîşa îro ya li gundê Pelkane yê rojavayê Kerkûkê peyamek belav kir û ragihand, ev hewleke nezok e bo têkdana wê hewaya erênî ya ku ew ligel Serokwezîrê Federal mijûl in ku dirust bikin ji bo aştî û çareseriya kêşeyan û avêtina pêngavan ber bi seqamgîriyê ve.
Îro Înê 21ê Nîsana 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyamekê de ragihand: “Êrîşkirina ser Kurdên Pelkane û hewla guherîna demografiya navçeyê bi rêya tirs û bizdandinê, em şermezar dikin û em dakokiyê li ser cîbicîkirina Madeya 140 a Destûrê dikin ji bo çareserkirina bingehîn a kêşeyên hilawestî û nehiştina aloziyê li wan navçeyan û pêkanîna zemîneke libar ji bo geşesendina Herêma Kurdistanê û navçeyên din ên Iraqê.”
Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wiha ye:
Êrîşa îro ya ser gundê Pelkane yê rojavayê Kerkûkê, hewleke nezok e bo têkdana wê hewaya erênî ya ku em ligel Serokwezîrê Federal mijûl in ku dirust bikin ji bo aştî û çareseriya kêşeyan û avêtina pêngavan ber bi seqamgîriyê ve.
Êrîşkirina ser Kurdên Pelkane û hewla guherandina demografiya navçeyê bi rêya tirs û bizdandinê, em şermezar dikin û em dakokiyê li ser cîbicîkirina Madeya 140 a Destûrê dikin ji bo çareserkirina bingehîn a kêşeyên hilawestî û nehiştina aloziyê li wan navçeyan û pêkanîna zemîneke libar ji bo geşesendina Herêma Kurdistanê û navçeyên din ên Iraqê.
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
21/4/2023