Serok Barzanî: Bombebarana Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê rûpeleke din a hovîtiya rêjîma Beis bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî peyamek bi boneya 49emîn salvegera bombebarankirina Zanîngeha Silêmaniyê û bajarê Qeladizê belav kir û tê de ragihand, “Bombebarana Qeladizê û Zanîngeha Silêmaniyê rûpeleke din a hovîtiya rejîma Baas bû.”

Serok Mesûd Barzanî peyamek li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” belav kir û tê nivîsî: “Di salvegera bombebarankirina bajarê Qeladizê û zanîngeha Silêmaniyê di 24/4/1974 de, silav li giyanê pak ê şehîdên wê karesatê û hemû şehîdên Kurdistanê. Ev karesat zulmeke mezin û rûpeleke din a hovîtiya rejîma Beis a li dijî gelê Kurdistanê bû. Lê belê hêz û îradeya gelê Kurdistanê ji balafir û Napalmê bihêztir bû û di dawiyê de îradeya Kurdistanê li dijî zilm û dagirkeriyê bi ser ket.”