Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ligel rêxistinên Almanî civînek encam da

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li bajarê Essen yê Almanyayê ji bo Efrîn, Cindirês û Şingalê, ligel hejmarek parlamenter û nûnerên rêxistinên mirovî yên Almanî civînek encam da.

Essen (K24) – Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li bajarê Essen yê Almanyayê ji bo Efrîn, Cindirês û Şingalê, ligel hejmarek parlamenter û nûnerên rêxistinên mirovî yên Almanî civînek encam da.

Efrîn, Şingal, Cindirês û deverên din ên Kurdistanê, navnîşanên gotar û gotûbêjên civîna li bajarê Essen yê Almanyayê bûn, ku şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî civînek ligel hejmarek parlamenter û nûnerên rêxistinên mirovî yên Almanî pêk anî û tê de behsa çawaniya alîkariya Almanan ji bo ziyandîtiyên Kurdistanî hate kirin.

Endamê Rêveberiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Rewac Hacî ji K24ê re eşkere kir, karwanekî din ê alîkariyan li Bab El Selam e ku ji 20 barhilgirên alîkariyê pêk tê û dê bigihe Efrîn û Cindirês û derdora wan.

Serdana şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bo Almanyayê, li ser daxwaza Rêxistina Caritas pêk hatiye û biryar e di rojên bê de hejmarek hevdîtinên girîng li Berlîna paytexta Almanyayê werin encamdan.

Ji bo rêzgirtina li wan kesayetiyên rêxistinên Almanî ku alîkariya Kurdistaniyan dikin, şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hejmarek xelatên rêzgirtinê pêşkêşî wan kir.

Li aliyekî din biryar e hejmarek projeyên din ên mirovî yên Almanî, li hin bajarên Başûr û Rojavayê Kurdistanê, bi rêya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bêne encamdan.