Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî li malbata nivîskar Ehmed Mihemed Îsmaîl kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya nivîskar û wergêr Ehmed Mihemed Îsmaîl peyamek belav kir.
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya nivîskar û wergêr Ehmed Mihemed Îsmaîl peyamek belav kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Bi xemgîniyeke mezin ve, min agahiya koça dawî ya çîroknivîs û wergêr û nivîskarê navdar ê Kurd Mamoste Ehmed Mihemed Îsmaîl bihîst.”
Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Mamoste Ehmed bi rêya berhemên xwe ve, xizmeteke mezin li ziman û wêje û pirtûkxaneya Kurdî kiriye.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de dibêje: “Ez sersaxiyê li malbata cenabê wî û kesûkar û heval û dostên wî dikim û ez hevxemê wan im. Xwedayê dilovan giyanê wî bi bihiştê şad bike û aramî û dilnewayî bide her kesî.”