Li Sêwasê bi hêza 4.3 erdhej rûda

Li navçeya Gurun a ser bi parêzgeha Sêwasê erdhejeke bi pileya 4,3 rûda.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Gurun a ser bi parêzgeha Sêwasê erdhejeke bi pileya 4,3 rûda.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, li navçeya Gurun a ser bi parêzgeha Sêwasê, bi hêza 4,3 pile erdhej qewimî.

AFADê herwiha diyar kir ku erdhej di demjimêr 18:33 xulekan de û 7 kîlometre di bin erdê de rûdaye.

Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix  û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn û di encamê de zêdetirî 50 hezar kesan canê xwe ji dest dan.