Brîtanya mûşekên dûravêj dişîne Kîevê

Wezîrê Berevaniyê yê Brîtanyayê Ben Wallace ragihand, di çarçoveya hewldanên xwe de ji bo alîkariya Ukraynayê, cara yekem mûşekên dûravêj dişîne Kîevê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Berevaniyê yê Brîtanyayê Ben Wallace ragihand, di çarçoveya hewldanên xwe de ji bo alîkariya Ukraynayê, cara yekem mûşekên dûravêj dişîne Kîevê.

Ben Wallace ragihand, tevî agahdarkirinên navdewletî, Rûsya binpêkirina bingehên mafên mirovan didomîne.

Wezîrê Berevaniyê yê Brîtanyayê eşkere kir ku ew cara yekem mûşekên dûravêj ên Strom Shadow pêşkêşî Ukraynaym dikin.

Şiyana vê mûşekê ya lêdana bi hûrgilî heye û Ben Wallace li ser vê mijarê dibêje: “Ev temamkerê mûşekên din ên dûravêj e ku me şandine Ukraynayê.”

Ben Wallace di wê baweriyê de ye ku dayîna van mûşekan alîkariya Ukraynayê dikin li hember êrîşên Rûsyayê, da ku Ukrayna berevaniya xwe bike.

Wezîrê Berevaniyê yê Brîtanyayê destnîşan kir, tevî siza û agahdarkirinên navdewletî jî, Rûsya binpêkirin û kuştina xelkê bêtawan didomîne.