Bêgerd Talebanî: Tîmên YNK û PDKê gotûbêj li ser çareserkirina pirsgirêkan kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî peyama Serok Barzanî ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi hevdîtin û diyalogê, tevgera civîn û hevdîtinan ji bo çareseriyê leztir bûye. Di vê derbarê de endameke serkirdayetiya YNKê ragehand, roja Înê tîmên YNK û PDK civiyan û gotûbêj li ser çareseriya pirsgirêkan kirin.
Endama Serkirdatiya YNKê Bêgerd Talebanî ji K24ê re ragihand, tîmên YNK û PKKê duhî Înê civiyan. Hemû mijarên ku di çarçoveya Encûmena Wezîran de kar li ser tê kirin, hatin gotûbêj kirin. Em li benda biryara dawî ya birêz Qubad in ji bo ku beşdarî civînên Encûmena Wezîran bibin.”
Bêgerd Talebanî her wiha got, hemû ew pirsgirêkên hene, hatine gotûbêjkirin, beşek ji wan jî pêwîstî bi biryara Encûmena Wezîran heye.
Serok Barzanî roja 11ê Culana 2023an di merasima vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî de, peyamek pêşkêşî aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir û daxwaz ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir ku rûpeleke nû vekin û berî 18ê vê mehê civîneke berfireh lidar bixin û hemû pirsgirêkan gotûbêj bikin û çareseriyan jê re bibînin.
Serok Barzanî got: Berî vê civînê ez daxwazê ji her du polîtboruyên YNK û PDKê dikim ku bicivin û nakokiyan nehêlin û atmosfereke guncaw bo civîna berfireh peyda bikin
Piştî wê peyamê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê û piraniya serkirde û aliyên siyasî yên Kurdistanê piştevanî û amadebûna xwe ji bo cîbicîkirina naveroka peyama Serok Barzanî nîşan dan.
Li ser girîngiya peyama Serok Barzanî, Serokê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd ji K24ê re ragihand, peyama Serok Barzanî girîng e û cîbicîkirina wê jî girîng e.