Rûmal

Encamên ne fermî yên hilbijartinên Tirkiyê

Hestîyartirîn hilbijartinên di dîroka Tirkiyeyê de dawî hatin û hilbijartina serokomariyê bi hinceta ku çi namzed nekarî ji zêdetir ji sedî 50î deng bidest bîne, bo gera duyem ma.

Hewlêr (K24) - Hestîyartirîn hilbijartinên di dîroka Tirkiyeyê de dawî hatin û hilbijartina serokomariyê bi hinceta ku çi namzed nekarî ji zêdetir ji sedî 50î deng bidest bîne, bo gera duyem ma, lê hilbijartina parlamentoyê bi encam bûn.

Li gor ragihandina Komsîyona Bilind a Hilbijartinê, Namzedê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyîp Erdogan ji sedî 49ê dengan bidest xistine.

Namzedê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu berevajî pêşbîniyên kompanyayên rapirsînê nekarî beramber Erdoganî serkeve û ji sedî 45 deng anî.

Navê neçaverekirî ya hilbijartinê bi rêjeya ji sedî 5 Namzedê Hevpeymaniya Atayê Sînan Ogan bû. Sînan Ogan bi van dengên xwe, dibe diyarkerê hilbijartinê. Lewra li gor vê encamê ji ber ku çi namzed ji zêdetir ji sedî 50î deng bidest neanîn hilbijartin ji gera duyem re dimîne û Erdogan û Kiliçdaroglu dê hêviya piştgiriyê ji wî bikin.

Di hilbijartina parlamentoyê de jî encamên balkeş hatin tomarkirin. AK-Partî bû partiya yekemîn û ji sedî 35 deng bidest xistin. Ev rêje dê 266 kursî ji AK-Partiyê re bîne. Lê digel vê serkeftinê AK-Partîyê dengê xwe li gor hilbijartina 2018ê de ji sedî 7 kêm kiriye. Hejmara kursiyên ku AK-Partiyê ji dest daye jî 29 in.

Partiya Gel a Komarê CHP jî ji sedî 25 deng bidest xistin. Ev rêje dê 168 kursî ji CHPyê re bîne. CHP herçend li gor hilbijartina borî dengê xwe ji sedî 3 zêde kiribe û herwiha 22 kursiyên zêde anîbe jî mirov nikare bibêje CHP serkeftî ye. Lewra çar partiyên wekî DEVA, DEMOKRAT, GELECEK û SAADET ji lîsta CHPyê beşdarê hilbijartinê bûbûn û ew kursiyên zêde jî dê ji wan partiyan re biçin.

Di vê hilbijartinê de mirov dikare bibêje serkeftiyê hilbijartinê aliyên neteweperst bûn ku ev serkeftin nedihat çaverekirin. MHP karî bi rêjeya ji sedî 10, 51 kursî bîne û li gor hilbijartina borî hem dengên xwe parastin hem jî du kursî zêde kirin.

Rêjeya dengên ÎYÎ Pratiya ku ji aliyê kevne MHPyiyan ve hatibû damezrandin ji sedî 9 e û 44 kursî bidest tîne. Ew jî wekî MHPyê him dengên xwe him jî kursiyên xwe parastin.

Lê ya ku deng û kursiyên xwe nekarî biparêz e HDP bû. HDP li gor hilbijartina 2018ê dengên xwe ji sedî 3 ji dest dan û herwiha 5 kursî jî kêm kirin.

Pêş hilbijartinan gelek kes wê pêşbiniyê dikirin ku dê Kurd bibin diyarkerê hilbijartinê lê eşkere bû ku diyarkirina encamê ne di destê wan de ye. MHP bi dengê xwe dibe diyarkerê piraniya parlamentoyê, Sînan Ogan jî dibe diyarkerê Serokomariyê.

Jixwe encamên parlamentoyê gelek ciwan nîşan dide ku, Erdogan dê di gera duyem a hilbijartinê de bi egereke mezin serkeve. Ji ber ku piraniya parlamentoyê di destê wî de ye û ji tirsa dubendiya rêvebirinê xelkê ku dengê xwe di gera yekemîn de nedane wî dikarin dikarin piştgiriya wî bikin.