Encûmena Wezîran bang li tîma wezarî ya YNKê dike ku vegere
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 11ê Mijdara 2026an, bi serokatiya Mesrûr Barzanî Serokê Civata Wezîran civiya û hejmarek mijarên girîng ên têkildarî banga Serok Barzanî, dawîn encamên serdana şanda payebilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê, û her wiha êrîşa terorîstî ya li ser zeviya gazê ya Kormorê û encamên wê, gotûbêj kirin.
Di beşa yekem a civînê de, Encûmena Wezîran pêşwazî û piştevaniya xwe ya tevahî bo banga Serok Mesûd Barzanî nîşan da ku tê de daxwaza komkirina aliyên siyasî û çareserkirina nakokiyan bi rêya diyalogê kiribû, daku sîstema siyasî, demokratîk û saziyên rewa û destûrî yên Herêmê bihêztir bibin.
Di heman çarçoveyê de, Encûmena Wezîran bang li tîma wezarî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir ku vegerin ser kar û civînên hikûmetê û destnîşan kir: "Pêwîst e hevkarên me yên di tîma YNKê de vegerin nav civînên Encûmena Wezîran û erkên xwe berdewam bikin. Her têbînî, rexne yan pêşniyareke wan hebe, cihê wan di nava civînên hikûmetê de ye, daku bi hev re bên gotûbêjkirin û çareserkirin."
Encûmena Wezîran li ser encamên serdana vê dawiyê ya şanda payebilind a Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Bexdayê û hevdîtina bi şanda hikûmeta federal re sekinî.
Serokwezîr Barzanî ragihand, di hevdîtinên xwe yên li Bexdayê de, wî tekezî li ser pêwîstiya rêzgirtina li sîstema federalî ya Iraqê, parastina pêgeha destûrî ya Herêma Kurdistanê û dabînkirina maf û şayisteyên darayî û beşa budceya Herêmê bi awayekî dadperwerane kiriye.
Her wiha şanda danûstandinkar hat raspardin ku li ser bingeha wê keşûhewaya erênî ya ji serdana Serokwezîr peyda bûye, danûstandinên xwe yên li ser budceya sala 2027an bidomînin, daku bigihîjin rêkeftineke bingehîn, mayinde û dadperwer derbarê cîgirkirina mûçe û şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê di nav budceya giştî ya Iraqê de.
Di tewereke din a civînê de, Wezîrê Elektrîkê û Wezîrê Samanên Sirûştî bi wekalet, raporek li ser encamên êrîşa terorîstî ya li ser kêlgeha gazê ya Kormorê pêşkêş kirin; êrîşa ku bûye sedema rawestandina berhemanîna gazê û kêmkirina demjimêrên pêdana elektrîkê bo welatiyan. Di raporê de hewlên wezaretê hatin şirovekirin, ji bo qerebûkirina kêmbûna elektrîkê bi rêya westgehên ku bi nefta reş, mazot, wizeya avê û gaza bermayî dixebitin.
Piştre Wezîrê Navxwe agahiyên dawî yên komîteya ewlehiyê ya hevbeş a di navbera Hewlêr û Bexdayê de derxist pêş, ku bo lêkolînkirina li ser êrîşê hatiye pêkanîn û ragihand ku lêpirsîn hîn jî berdewam in.
Encûmena Wezîran bi tundî êrîşa terorîstî ya li ser Kormorê şermezar kir û daxuyand ku ev êrîş bi mebesta têkdana jêrxana aborî û enerjiya Herêma Kurdistanê û tevahiya Iraqê ye û zirarê rasterast digihîne berjewendiyên giştî yên welatiyan; lewma divê bi her awayî dawî li van cure êrîşan bê anîn.