Tom Barrack: Hevgrtina Herêma Kurdistanê û Îraqê bo Amerîkayê giring e
Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Serokê Amerîkayê bo karûbarên Iraq û Sûriyeyê ragihand ku êrîşên li ser Zeviya Kormorê nayên qebûlkirin, tekez jî kir ku Amerîka yekrêziyê ji Herêma Kurdistanê û Iraqê dixwaze û bêyî desttêwerdan aliyan bo çareserkirina pirsgirêkan pal dide.
Di dema birêveçûna gera heştê ya konferansa salane ya Iraqê li Peymangeha "Chatham House"ê li bajarê Londonê yê paytexta Brîtanyayêde, Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet ê Donald Trump li Iraq û Sûriyeyê Tom Barrack îro Çarşem, 11ê Mijdara 2026ê, di panelekê de behsa paşeroja Iraqê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir.
Di derheqa Herêma Kurdistanê de, Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê tekez kir ku Amerîka yekrêzî û hevgirtinê li Herêma Kurdistanê dixwaze, herwisa ligel yekrêzî û hevgirtinê di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de. Di vê çarçoveyê de jî, navbirî amaje bi wê yekê da ku ew desttêwerdanê nakin, lê dikarin aliyan pal bidin daku pirsgirêkên xwe çareser bikin. Herwisa ragihand ku êrîşa çend rojên borî ya li ser Zeviya Kormorê ya Gazê li Herêma Kurdistanê nayê qebûlkirin.
Navbirî eşkere jî kir ku nikare vegere Kongrêsa Amerîkayê û aloziyên destûr û sîstema federalî şirove bike, di demekê de ku pirsgirêkên navxweyî hene. Lewra hişyarî da ku nayê çaverêkirin ku bi bi sedan milyon dolaran veberhênan bê kirin, eger berpirsên sîyasî pirsgirêkên xwe çareser nekin.
Di derheqa peywendiyên Bexda û Tehranê de jî, Tom Barrack ragihand: "Amerîka li benda Iraqê nîne ku bibe dijmina Îranê, belkî divê wekî pirekê bixebite, ji ber ku 1500 kîlometreyan sînorê hevpar û peywendiyên olî û dîrokî di navbera wan de hene."
Di derheqa Tengava Hurmizê de jî, Nûnerê Serokê Amerîkayê Li Sûriye û Îraqê got: "Pêdivî ye Iraq bi rêya boriya petrolê bi Tirkiye û Sûriyeyê ve bê girêdan, daku rêyeka cîgir ji bo hinardekirina enerjiyê bê dabînkirin."
Di pareke din a gotnên xwe de, navbirî got ku Amerîka di dema borî de mêvaneka xirab bû li Iraqê, lê niha dixwaze tenê alîkar be û Iraq bo Iraqiyan be. Herwisa rexneyên tund li sîstema îdarî ya Îraqê girtin û behsa wê yekê kir ku mezintirîn rêgir li ber pêşketinê ne welatên din in, belkî ew welat bi xwe ye, lewra pêdivîtiya wan bi serkirdetiyeke tevgir û serweriya qanûnê heye.