Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş serdana Koma DEM Partiyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) Numan Kurtulmuş, di çarçoveya xebatên ji bo avakirina "Lijneya Çavdêrî û Şopandinê" de, serdana Koma Meclisê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) kir.

Kurtulmuş di çarçoveya "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" de, ji bo pêkanîna vê lijneya ku tê payîn li Meclisê bê damezrandin, gera hevdîtinên xwe yên bi partiyên siyasî re didomîne.

Di çarçoveya vê serdanê de, ji aliyê DEM Partiyê ve Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Parlamenter Cengîz Çiçek amade bûn.

Li gorî agahiyan, hevdîtina di navbera heyeta Meclisê û serkirdeyên DEM Partiyê de nêzîkî saetekê dewam kir û tê de li ser hûrgilî, rol û xebatên Lijneya Çavdêrî û Şopandinê nêrîn hatin parvekirin.

Tê çaverêkirin ku Numan Kurtulmuş di çarçoveya heman xebatê de serdana fraksiyon û partiyên din ên li Meclisê jî bike.