Sibe polîtburoyên PDK û YNKê li Silêmaniyê dicivin
Sibe herdu polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li bajarê Silêmaniyê ji bo çareserkirina kêşeyên li ser hilbijartinan dicivin.
Silêmanî (K24) – Sibe herdu polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li bajarê Silêmaniyê ji bo çareserkirina kêşeyên li ser hilbijartinan dicivin.
Li gor zanyariyên Kurdistan24ê, sibe sêşemê 16ê Gulanê, herdu polîtburoyên PDK û YNK li bajarê Silêmaniyê ji bo çareserkirina kêşeyên navbera herdu aliyan, bi taybetî jî ji bo mijara hilbijartin û çend kêşeyên din, dicivin.
Herwiha li gor zanyariyan, şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Endamê Desteya Îdarî ya Polîtburoya PDKê Mehmûd Mihemed dibe.
Roja Pêncşemê 11ê Gulana 2023an, Serok Mesûd Barzanî di merasîma vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî de gotarek pêşkêş kir û tê de bang li hemû aliyên siyasî yên Kurdistanî kir ku rûpeleke nû vekin û berî 18ê vê mehê civîneke berfireh lidar bixin û hemû pirsgirêkan gotûbêj bikin û çareseriyan jê re bibînin.