Plasschaert: PDK û YNK li gor daxwaza xelkê Herêma Kurdistanê gav diavêjin
Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert diyar kir, partiyên desthildar ên Herêma Kurdistanê bi arasteya daxwaza xelkê, ji bo hilbijartinan gav diavêjin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert diyar kir, partiyên desthildar ên Herêma Kurdistanê bi arasteya daxwaza xelkê, ji bo hilbijartinan gav diavêjin.
Îro Pêncşemê 18ê Gulana 2023an, Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert rapora xwe pêşkêşî civîna Encûmena Asayîşa Navdewletî kir û ragihand, pêşwaziya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Cîgirê Serokwezîr, nûçeyeke xweşbû û hêviyek bû ji bo arambûna rewşa Herêma Kurdistanê ku dema çend mehan bû, weke pêwîst nebû.
Jeanine Hennis-Plasschaert di beşeke din a rapora xwe de ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê roja 18ê Cotmeha 2023an ji bo encamdana hilbijartinên Herêma Kurdistanê diyar kiriye, loma her çawa be, nabe hilbijartin ji vê zêdetir paş bikeve û divê hemû pabendî vê demê bibin.
Plasschaert diyar kir, nakokiya navbera partiyên sereke yên Herêma Kurdistanê çareser bûye, ku ev jî pêngaveke baş bûye ji bo asayîbûna rewşa Herêma Kurdistanê û encamdana hilbijartinan, herwiha tekez kiriye ku PDK û YNK niha li gor daxwaza xelkê Herêma Kurdistanê gav diavêjin.
Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert diyar kir ku Bexda û Hewlêr gihîştine rêkeftina demkî ji bo hinardekirina petrola Herêmê bo derve, herwiha destnîşan kiriye ku ji ber biryara Dadgeha Parîsê ya ragirtina hinardekriina petrola Herêmê, Iraqê bi milyonan dolar ziyan dîtiye.
Li ser rewşa navçeyên cihê nakokiyê û Şingalê jî ragihand, nîgeranî heye, bi taybetî ku heta niha rêkeftina Şingalê nehatiye cîbicîkirin û got, hinek aliyên cuda li Şingalê bûne sedema rêgirkirina li cîbicîkirina rêkeftina Şingalê, herwiha tekez kir ku divê îdareyeke baş û asayîşeke seqamgîr bo Şingalê were vegerandin.