3 şervanên HSDê li rojavayê Dêrazorê birîndar bûn

HSD
HSD

Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand, 3 şervanên wan li rojavayê Dêrezorê di êrişekê de birîndar bûne.

Navenda Ragihandinê ya HSDê Di daxuyaniyê de ragihand, îro di demjimêr 00:10’an de hêzeke wan li ser rêya Ebû Xeşeb a rojavayê Dêrezorê rastî êrîşeke çekdarî hat.

Diyar kir jî, di encamê de 3 şervanên HSDê birîndar bûn.

Da zanîn jî, li gorî lêkolînên destpêkê, ev êrîş ji aliyê şaneyên DAIŞ’ê ve hatiye kirin.