HSDê 8 çeteyên DAIŞ li Heseke, Dêrazor û Minbicê girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 8 çeteyên DAIŞê li parêzgeha Hesekê, Dêrazor û Minbicê desteser kirin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê belav kir, hêzên Komando û yekîneyên taybet ên HSDê di van rojên borî de, 4 operasyonên ewlekarî kirin û şaneyên terorîstî yên DAIŞê li gundewarên Heseke, Dêrezor û Minbicê kirin armanc.

Da zanîn jî, di wan operasyonan de, 8 çeteyên DAIŞê hatin girtin ku di heyama dawîn de beşdarî kiryarên terorîstî bûbûn û hêsankarî ji şaneyên terrorist re li deverê dikirin.

Her wiha hêzên HSDê dest danîn ser hejmarek çek û belgeyên di destê şaneya terorîstî de.