Wezareta Ewqaf a Sûriyê: Îsal ti welatiyekî Sûrî îbadeta Hecê cîbicî nake
Rêveberê Hecê yê li Wezareta Ewqaf a Sûriyê ragihand, îsal ti serdaneke Hecê ji bo welatiyên Sûriyê nayê rêkxistin û got, tê pêşbînîkirin ku sala bê, îbadeta Hecê encam bidin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Hecê yê li Wezareta Ewqaf a Sûriyê ragihand, îsal ti serdaneke Hecê ji bo welatiyên Sûriyê nayê rêkxistin û got, tê pêşbînîkirin ku sala bê, îbadeta Hecê encam bidin.
Îro Çarşemê 24ê Gulana 2023an, Rêveberê Hecê yê li Wezareta Ewqafê ya Sûriyê Hessan Nesrullah di daxuyaniyeke rojnamevanî de amaje bi wê yekê kir, sedema amadenebûna heciyên Sûrî di îsal de li Mekehê, ji ber nebûna dema pêwîst ji bo hevahengiya navbera Erebistan û Sûriyê, piştî asayîbûna pêwendiyên navbera herdu welatan.
Wezîrê Geştûguzariyê yê Sûriyê Mihemed Ramî Mertînî di daxuyaniyekê de behsa egera destpêkirina geştên Umreyê piştî werzê Hecê kiriye û pêşbînî dike, sala bê baştir be û rewş û pêwendî asayî bibin, herwiha pêşniyar dike ku di meha bê de geştên navbera Cidde û Riyaz – Şam dest pê bikin, destpêkirina geştan jî bi hevahengiyeke girîng bi nav kir.