Kiliçdaroglu: Avakirina navenda gaza Rûsyayê li Tirkiyê metirsîdar e
Navenda Nûçeyan (K24) – Namzedê Hevpeymaniya Millet bo postê Serokomariya Tirkiyeyê Kemal Kiliçdaroglu careke din rexne li pêwendiyên Tirkiyê û Rûsyayê digire û dibêje, avakirina navenda gaza Rûsyayê li Tirkiyê, li ser pêşaroja Tirkiyê metirsiyeke mezin e.
Namzedê Hevpeymaniya Millet bo postê Serokomariya Tirkiyê Kemal Kiliçdaroglu radigihîne, gelek metirsîdar e ku Tirkiye di derbarê pirsa enerjiyê de neçarê Rûsyayê bibe û pişta xwe bi wê girê bide. Ev neçarî dikare di siberojê de belayên mezin bîne serê Tirkiyê.
Ji ber vê yekê Kiliçdaroglu li dijî avakirina navendekê gaza Rûsyayê li Tirkiyeyê derket û got: “Tirkiye di warê gazê de niha ji sedî 30 û 40 neçarê Rûsyayê ye û piştî avakirina navenda gazê ev neçarî dê bigihe ji sedî 90î û bi vî awayî Tirkiye xwe radestî Rûsyayê dike.”
Ev daxuyaniya Kiliçdaroglu di demekê de ye, Enqere û Moskoya li ser projeya avakirina navenda gazê li Tirkiyê kar dikin.