Li Japonyayê di êrîşeke çekdarî de sê kes hatin kuştin

Li herêma Nagano ya Japonyayê di êrîşeke çekdarî de sê kes hatin kuştin ku du ji wan polîs in.

Hewlêr (K24) – Li herêma Nagano ya Japonyayê di êrîşeke çekdarî de sê kes hatin kuştin ku du ji wan polîs in.

Medyaya Japonyayê ragihand, êrîş li herêma Nagano ya naverasta Japonyayê rûdaye û kesek bi çek û êkr êrîş kiriye ser hejmarek efserên polîs û du ji wan kuştine, piştre jî kesekî din kuştiye.

Li gor medyaya Japonyayê, piştî êrîşê, polîsan li nav avahiyekê ciwanek bi tohmeta encamdana êrîşê desteser kirine û lêpirsîna derbarê wî de berdewam e.

Di sala 2018an de ku wê demê hejmara nişteciyên Japonyayê zêdetirî 125 milyon kes bû, tenê 9 bûyerên kuştina bi çekan hatibûn tomarkirin, di demekê de ku li welatekî weke Amerîkayê, di heman salê de 39 hezar û 740 kuştina bi çekan hatibûn tomarkirin.