Bi dronan êrîşî bajarekî Rûsyayê hat kirin
Medyaya Rûsyayê ragihandiye, vê sibê bi rêya dronê ve, êrîşî ser navçeya Krasnodar a Rûsyayê hatiye kirin ku dikeve ser sînorê Ukraynayê.
Navenda Nûçeyan (K24) – Medyaya Rûsyayê ragihandiye, vê sibê bi rêya dronê ve, êrîşî ser navçeya Krasnodar a Rûsyayê hatiye kirin ku dikeve ser sînorê Ukraynayê.
Li gor medyaya Rûsyayê, piştî ku bi rêya dronê êrîşî ser navçeyê hatiye kirin, dengê hejmarek teqînên bihêz li Krasnodar hatiye bihîstin û tirs li cem nişteciyên wî bajarî dirust kiriye.
Ji aliyekî din ve jî, Hakimê Navçeya Rostovê ya Rûsya ragihandiye, sîstema berevaniyê ya Rûsyayê mûşekekî Ukraynayê têk biriye ku navçeya Rostovê kiriye armanc.
Ev di demekê de ye ku hîn jî rayedarên Moskowê ti daxuyaniyek li ser êrîşên li dijî navçeyên sînorî yên Ukraynayê nedane.
UA drone
— Zlatti71 (@djuric_zlatko) May 26, 2023
The moment of a powerful explosion in Krasnodar
On the footage, you can hear that a strong explosion thundered in the city. Presumably, it occurred as a result of a drone crash on Morskaya Street.
So far, one building has been damaged.#source:… pic.twitter.com/7B9ZeUSLAL