Mesrûr Barzanî bo 54 saliya parêzgariya Duhokê: Nimûneyeke bilind a niştimanperwerî û pêkvejiyanê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 54 saliya parêzgariya Duhokê, peyameke pîrozbayî belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li hejmara xwe ya tora civakî  “Twitter” nivîsî: “Ez pîrozbahiya 54 saliya parêzgarbûna Duhoka rengîn dikim û li vir soza xizmeta zêdetir didimê.”

Her wiha Mesrûr Barzanî got: “Careke din spasiya xelkê vê parêzgehê dikim ku nimûneyeke bilind in bo mêvandarî, niştimanperwerî û pêkvejiyanê.”