Çekdaran 5 welatiyên Kurd ji Efrînê revandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdaran ên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 5 welatiyên Kurd revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê de belav kir, grûpa Polîsa Leşkerî roja 24ê Gulana 2023an 3 kes ji yek malbatê ji gundê Kefer Dela Jêrîn revandin, yek ji wan jinek e.

Navên kesên hatine revandin, Newal, Ebdulla û Mehmûd Xelîl Hec Henan in.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê da zanîn jî, polîsa leşkerî xortê bi navê Rêber Mistefa ji bajarê Efrînê revand û çarenivîsa wî ne deyar e.

Amaje bi wê jî kir, Polîsa Leşkerî roja 22ê Gulana 2023an welatiyê bi navê Selah Xelîl Miskola ji gundê Behdîna revand û heta niha çarenivîsa wî jî ne diyar e.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan, ev kiryarên revandin di çarçoveya şerê çekdanli dijî niştecihên resen ên Kurd tên, bi armanca standina fidyeyê û xistina fişara li ser wan ji bo gund û milkên xwe koçber bibin.