Serokê YSK'ê: Eger heye encam ji gera yekem zûtir bên aşkerekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Komîta Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyê Ahmet Yener diyar kir, di pêvajoya dengdanê de ti pirsgirêk derneketine. Got jî, egere heye encamên hilbijartina Serokkomariyê ji hilbijartinên 14ê Gulanê zûtir bên aşkerekirin.

Ahmet Yener piştî dengdayîna li Enqerê daxuyanî da û got: “Gera duyemîn a hilbijartinên serokomariyê îro Gulanê tê lidarxistin. Weke gera yekem, welatiyên me yên li hundir û derveyî Tirkiyê jî eleqeyeke mezin nîşanî proseya dengdanê didin.”

Ahmet Yener got: “Heta niha ti pirsgirêk di proseya dengdanê de derneketine. Namzetên Serokkomariyê û 24 partiyên siyasî beşdarî hilbijartinên 14ê Gulanê bûn. Ji ber vê jî encam di vê gerê de dê zûtir bên eşkerekirin.”

Amaje bi wê yekê kir, “Rêxistina me dê piştî demjimêr 17.00’an bicive û biryarê bide ka dê kengî qedexe bê rakirin. Eger biryara rakirina qedexeyê pêştir bê dayîn, em ê ji rojnamegeran re ragihînin. Hêvîdar im encam ji bo gel, demokrasî, partiyên siyasî û namzedan baş bin.”

Fly Erbil Advertisment