Serok Barzanî pêşwazî li şandeke hevbeş a Ciwanên Demokrat ên Cîhanê û Kongressa Ciwanên Kurd kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 28ê Gulana 2023an, pêşwazî li şandeke hevbeş a Ciwanên Demokrat ên Cîhanê û Kongressa Ciwanên Kurd kir.

Di hevdîtinê de, Serokê Ciwanên Demokrat ên Cîhanê Mîkaîl Dost di axaftina xwe de behsa daxwaza rêxistina xwe kir ji bo kûrkirina têkilî û dostaniya bi gelê Kurd re û piştgiriya rêxistina xwe ji bo doza gelê Kurd nîşan da. Her wiha pêzanînên xwe ji bo tekoşîna gelê Kurd û qehremaniya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî terorîstan û parastina mirovatiyê de hebû. Her wiha sersamiya xwe jî li hember firehbûna çanda pêkvejiyana etnîkî û olî li Herêma Kurdistanê nîşan da.

Her di vê civînê de, Serok Barzanî ji bilî ku bixêrhatina şanda mîhvan kir, kurteyek derbarê dîrok û têkoşîna gelê Kurd ya ji bo bidestxistina azadî û pêkjiyanê de ji şanda mêvan re pêşkêş kir.

Di şandeyê de nûnerên Partiya Demokrat a Kiristiyan a Almanyayê, Serokatiya Ciwanên Demokrat yên Ewropayê, Partiya Ciwanên Nû ya Swîsreyê, Partiya Perla Liberta ya Îtalyayê û Partiya Demokratîk a Sirbîstanê hebûn.